Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama
Min Li Te Rebê Xwe Dît

Min Li Te Rebê Xwe Dît

Tarih 10 Mayıs 2015, 19:16 Editör Necmettin KEVE

Min Li Te Rebê Xwe Dît - Helbest - Necmettin KEVE

Min Li Te Rebê Xwe Dît

 

Tu bû biheşta min

Ez jî mecnûnê te

Tu sukûniya ruhê min

Ez mînetdarê te

 

Tu yî hizûra dilê min

Tu yî yê gula li baxê min

Tu yî yê rewnaka dilê min

Tu yî yê bextê li cem min

 

Pir tişt hene safî nekirin min

Lê ez ji tiştekê emîn im

Min li te Rebê xwe dît yara min. Ku bikim?

Ez li ser çokan ji bo te xwe ditewînim

 

Mekanê te dilê min e, dilxweş be, Ey dil!

Em cuda bûn. Xweda me kir, yek dil.

 

Kesê yê ji te dûr im

Ez mecbûr im

Tenê bi nezeran te dinêrim

Derdora te ji dûr digerim

 

Ku ez neşêm bêhna te ya xweş bêhn bikim

Hemû cîhan, ya min be min nevê

Ku ez neşêm dengê te yê şirîn seh bikim

Hemû dewlemendî, ya min be min nevê

 

Pir tişt hene safî nekirin min

Lê ez ji tiştekê emîn im

Min li te Rebê xwe dît yara min. Ku bikim?

Ez li ser çokan ji bo te xwe ditewînim

 

Mekanê te dilê min e, dilxweş be, Ey dil!

Em cuda bûn. Xweda me kir, yek dil.

 

Hêdîka tu ket dil, lê te da êş jî

Ku rûyê te bû berkenî

Ku tu dinêrî şermokî

Wa Xweda! dilê min pir bi coş reqisî

 

Tu yî min re bereket

Tu yî min re îbadet

Tu yî min re seadet

Tu hebî, ez dewlemend

 

Pir tişt hene safî nekirin min

Lê ez ji tiştekê emîn im

Min li te Rebê xwe dît yara min. Ku bikim?

Ez li ser çokan ji bo te xwe ditewînim

 

Mekanê te dilê min e, dilxweş be, Ey dil!

Em cuda bûn. Xweda me kir, yek dil.

 

 

Necmettîn KEVE – Wan/Gulan/2015

Bu haber 1982 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

HELBEST

Şimdi Seçim Zamanı!

Şimdi Seçim Zamanı! Şimdi seçim zamanı, sahneye çıkmış melekler!!!

Roja Mirinê(Helbest)

Roja Mirinê(Helbest) Hem li ser min kirin, tîjî ax Hem jî li ser serê min Digotin, ax û wax Tenê ji Wanî re ma Piçek ax, gelek wax....
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi