Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama
Serê Cenetê

Serê Cenetê

Tarih 23 Mayıs 2015, 08:53 Editör Yönetici-Editör

Helbesta Jin û Mêr bi dorê dixwînin.

SERÊ CENETÊ

 

(Mêr)

Ku destên te yê min be

Ku çavên te li çavên min be

Ku di biskê te de tiliyên hebe

Serê cenetê dibe yê min

 

(Jin)

Ku tu li ba min

Cîhan ne xema min

Bi eşqa te perîşan im,

Cîhan jî bibe ya min

 

(Mêr)

Li dilê te dê cih bigre, bêhna ez didim?

Ji eşqa te mehf bûye jiyana min

Ma ez dişêm ji te cuda bim?

Bûm dîwane yarê, bê gul nabim.

 

(Jin)

Serfirazî serbikevim

Lê dîsa fena ye canê min

Min wisa hembêz bike

Ku ev çîrok xelas nebe

 

(Mêr)

Stranên ku ji tê lêvên te

Xewnên mîna çavên te

Bîrhatiyên ku şevên bê xew

Bi milên min, dipêçim te

 

(Jin)

Ku tu li ba min

Cîhan ne xema min

Bi eşqa te perîşan im,

Cîhan jî bibe ya min

 

(Mêr)

Dilê min ketiye behra janê, berde bila perçe be

Wisa xemdar im ku dê xeliya te terr bibe

Pitpita dilê te çi qas nependî

Wek dilop baranê ji ewran têne xwarê

 

 

(Jin)

Berde îro ez bigirîm

Bibe lehî herike roniyên min

Bixe bin çengê xwe min

Bi eşqê em şilûpil bin

 

(Mêr)

Bêhna min kêm bû,

Pitpita dilê min kêm

Bi her tiştên xwe ve kêm bûm

Ez bê te

 

(Jin)

Wek heyîva veguhere şevê

Wekî kila li ser çavê

Wisa nêzîkê min be

Bila ev çîrok xelas nebe

 

(Mêr)

Lê niha heyîv wisa rind e, asîman wisa rind e, a niha tu her tiştê xwe ve ya min î.

 

Necmettîn KEVE – Wan

Gulan 2015

 

 

 

 

 

 

Bu haber 2233 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

HELBEST

Şimdi Seçim Zamanı!

Şimdi Seçim Zamanı! Şimdi seçim zamanı, sahneye çıkmış melekler!!!

Roja Mirinê(Helbest)

Roja Mirinê(Helbest) Hem li ser min kirin, tîjî ax Hem jî li ser serê min Digotin, ax û wax Tenê ji Wanî re ma Piçek ax, gelek wax....
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi