Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama
Felsefeya Rojava

Felsefeya Rojava

Tarih 28 Ekim 2015, 15:02 Editör Yönetici-Editör

Felsefeya Rojavayê, dilêrîna rojavayî ya dîroka...


Felsefeya Rojava

Felsefeya Rojavayê, dilêrîna rojavayî ya dîroka felsefeyê ye, ji Yewnana Antîk dest pê dike û heta roja me îroyîn berdewam dike. Cîhana rojavayê bi taybetî jî welatên Ewropayê, di sedsala 19an de dema ku dîroka felsefeyê nivîsandine, kevneşopiya xwe ramanê kategorîze kirine û vî navî lê kirine. Ev felsefe, ji Platon dest pê dike û heta roja me ya îroyîn didome.

Li gor vê dilêrînê, li ‘Rojhilat felsefe tune.’ Herçuqasî çanda Mezopotampa, Misira Antîk, Îran, Çîn û Hindê kevintir be jî û mirovên ku li van deveran jiyane xwediyê kevneşopiyên ramanî bin jî, Felsefeya Rojavayê ji Yewnana Antîk tê destpêkandin û yên mayî jî, nayên hesibandin. Rastî ew e ku Felsefeya Rojhilat, Hînd, Mezopotamya û Çînê, beriya Felsefeya Rojavayê dest pê kirine, di bin bandûra hev de mane û hebûnatiya xwe berdewam kirine. Lêbelê, Felsefeya Rojavayê naxwaze ku wan jî bihesibîne û helwesteke wuha nîşan dide.

Pirtûkên felsefeyê jî, felsefeyê Beriya Zayînê di sala 500an de didin destpêkandin û felsefeya ku li erdnîgeriya rojavayê dest pê kiriye û heta roja me berdewam kiriye jî, wekî Felsefeya Rojavayê dinasînin.

Meriv dikare feylesofên ku kevneşopiya Rojavayê pêk anîne wiha bihêjmêre: Herakleîtos, Pîsagor, Anaksagoras, Cîcero, Parmanîdes, Demokrîtos, Epîkuros, Sokrates, Platon, Arîstotales, Thomas Aquînas, Augustînus, Montaîgne, René Descartes, Francis Bacon, George Berkeley, David Hume, John Locke, Spinoza, Jean-Jacques Rousseau, Kant, Hegel, Marx, Arthur Schopenhauer, Friedrich Nietzsche, Henri Bergson, Bertrand Russell, Edmund Husserl, Ludwig Wittgenstein, Martin Heidegger, Hannah Arendt, Albert Camus, Maurice Merleau-Ponty, Jean-Paul Sartre, Simone de Bovaire, Theodor W. Adorno, Jacques Derrida, Willard Von Orman Quine û Karl Popper.

Hinek bineşaxên Felsefeya Rojavayê jî ev in: Ciwannasî (Estetîk), Etîk, Epîstemolojî (Felsefeya Zanayiyê), Dîroka Felsefeyê, Mantiq, Metafelsefe, Metafizîk, Felsefeya Ziman, Felsefeya Matematîkê, Felsefeya Fizîkê, Felsefeya Ol, Felsefeya Dîrokê, Felsefeya Derûnnasiyê, Felsefeya Zanistê, Felsefeya Siyasetê û Felsefeya Nirxan.

ing: western philosophy

fr: philosophie occidentale

tr: batı felsefesi

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.10.2015

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bu haber 1272 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

GOTAR

NABE!

NABE! Gelê me sêwiyê vê umetê...

Dilini Ne Kadar Biliyorsun?

Dilini Ne Kadar Biliyorsun? Kürtçe'yi ne kadar biliyoruz... Ana dilimize ne kadar sahip çıkıyoruz...
DEV JI MIN BIQERIN15 Ağustos 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi