Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

Di derheqê loriyan de kurteyek

Di derheqê loriyan de kurteyek

Tarih 03 Ekim 2016, 11:04 Editör Yönetici-Editör

Lorî çi ye. sûdên lorîyan hwd. û mînak...

         1.LORÎ/LORIK

       Ji bo geşadana zarokan tişta herî girîng lorî ye. Lewre lorî ji bo ziman û edebiyata zarokan cihekî pir girîng digire.

 

          1.1. Lorik çiye?

    Lorî hinek deveran jî dibêjin lorik. Lorî stran in, anjî ew gotinên di ber razandinê de tê gotin in. Lorî gorê ritmekê tê gotinin, lê hevce nîn e pêşiyê de hatibine nivîsandin. Hinek lorik ji aliyê dayikê ve di hemandemê de têne çêkirin û têne gotin, hinek jî gelerî ne, ji pêşiyê de hatine ji ber kirin paşê hatine gotin. Hinek lorî jî ji bo şabûna zarokan têne gotin.

1.2. Sûdên Loriyan

1-   Lorî, ji bo zarokan hînbûnê hêsan dike û qabîliyete fêmkirinê pêş dixe

2-   Lorî, zarokên hîperaktîf êmin dike.

3-   Lorî, têkiliya zarokan a derdora xwe erênî dike.

4-   Lorî, zarokan rihet dike û hersa wan li ser wan radike.

5-  Zarok bi loriyan, haja hestên xwe dibin.

6- Razandina zarokan hêsantir dike.

 

1.3.Ji bo Loriyan Çend Mînak:

a.      Lorî Lorî

b.      Hayê Hayê

c.       Du Bilbil

 

a.           Lorî Lorî

       Lorî lorî lorî lorî lorî

       Berxê min lorî lorî lorî

       Dê razê lorî lorî lorî

       Dayê tu gorî gorî gorî

 

b.  Hayê hayê

       Dê hayê hayê

       sebra’m bê te nayê

       Dê razê lawo razê

       dayê qurban canê.

 

c.  Du bilbil[1]

       Li te heye du bilbil

       Navên wan mem û zîn

       Difirin silesil

       Dibin ji me re du evîn

       Du çivîkên biçûk in

       Ji welatê hîndê ne

       Pûrtnazîk û tenik in

       Sebr û tebata hev

 

Bedreddînê WANî



[1]Sidîq GORÎCAN, lorîname, p.49

Bu haber 830 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

GOTAR

NABE!

NABE! Gelê me sêwiyê vê umetê...

Dilini Ne Kadar Biliyorsun?

Dilini Ne Kadar Biliyorsun? Kürtçe'yi ne kadar biliyoruz... Ana dilimize ne kadar sahip çıkıyoruz...
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi