Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

Roja Zimanê Dayîkê

Roja Zimanê Dayîkê

Tarih 23 Şubat 2017, 09:00 Editör Yönetici-Editör

Wateye 21ê Reşemî û girîngiya Zimanê Zikmakî

ROJA ZİMANÊ DAYÎKÊ

UNESCO ( United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization ) ’yê ji ber ku li Bengladeşê 21ê sibatê ya sala 1952’yan de, di çalakîya fermîbûna zimanê dayikê de, 11 xwendekarên ku daxwaza perwerdeya zimanê dayikê kirine hatin kuştin; di sala 1999’an de 21’ê sibatê wek “ Roja Zimanê Dayîkê ” da dîyarkirin. Her wiha ji alîyê devletên ku endamên UNESCO’yê ve ji bo balkişandina mafên perwerdeya “ zimanê dayîkê ” her sal tê pîrozkirin.

Ez jî “ Roja Zimanê Dayîkê ” li me hemûyan û li mirovahîyê pîroz dikim û ez bejna xwe li ber yên ku bûne sedemê vê rojê di tewînim! Mafên zimanê dayîkê ne bi rojek, her roj pêwiste ku bê bibîranîn!

Di dinyayê de 2500 ziman di bin xetera windabûnê de ne. Di nav van zimanan de 18 ziman li Tirkîyê tên bikaranîn û yek ji wan jî Zazakî ye.

Ziman bi bikaranînê, nivîsandin û xwendinê dewlemend dibin û zindî dimînin. Her wiha hemû dewlet bi sazî û dezgehên xwe divê fersenda perwerdehîya zimanê dayîkê bide welatîyên xwe. Lê belê eger em jî, bi şirînî û şekirîya zimanê xwe qise nekin û zimanê xwe bikar neynin, nexwînin û nenivîsînin em dibin sedemê bîrvekirin û windabûna zimanê xwe.

Zindîtî û devlemendkirina zimanan bi perwerdehîyê dibe. Perwerdehîya herî berhemdar bi zimanê dayîkê dibe. Bi zimanê dayîkê perwerdekirina zarokan mafek herî girîng e. Ji ber vê yekê di “ Peymana Navnetewî ya Mafên Zarokan ” de mafê perwerdekirin û bikaranîna zimanê dayîkê hatîye nivîsandin û dîyarkirin. Lê mixabin îro bi milyonan zarok ( û kes ) ji bikaranîna zimanê xwe mehrûm in.

Bi gorî şert û mercên hemdemîyê pewiste ku qedexekirin û astengkirina bikaranîna hemû zimanan ji holê bê rakirin. Heta ji destên me tê divê em hezkirina çand, huner û zimanan bidin mirovan. Divê meriv dinyayê bi cudayî û rengên vî hez bike!

www.kurtdiliedebiyati.com

Bu haber 622 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

ZIMANÊ KURDÎ

Bernameya Salane ya Dersa Kurdî ya Pola 6. Nû 2017 2018

Bernameya Salane ya Dersa Kurdî ya Pola 6. Nû 2017 2018 Bernameya Salane ya Dersa Kurdî ya Pola 6. nû 2017 2018 Yıllık plan 6. sınıf Kürtçe Dersi yeni 2017 2018

Dilbilimcilerden Süreçte Kürtçe Raporu

Dilbilimcilerden Süreçte Kürtçe Raporu Kürtler, uluslar arası ince hesaplarla paylaşılan coğrafyalarına hükmeden iktidarlar
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi