Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama
Halebestvan

Halebestvan

Tarih 06 Ağustos 2017, 14:56 Editör Yönetici-Editör

Helbestvan Ce'fergulî Zengilî (z.1799 - m.1894) Helbestvanekî navdar ê Kurdan e. Ji Xorasanî ye...

Ce’ferqulî Zengilî (z. 1799 - m. 1894), helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê ye. Ce’ferqulî di sala 1799'an de li Goganê, gundekî Qûçanê, hatiye dunyê. Jiyane xwe tevayî li vê herêmê derbas kiriye. Ce’ferqulî Zengilî bi kurdî, tirkomanî û farsî gelekî helbest nivîsandine. Kurdên Xorasanê ji vî helbestvanê gelekî hez dikin. Jê dîwaneke bi navê "şêrên kurdî" hatîye çapkirin û li nav kurdên Xorasanê belav bûye. Ce’ferqulî sala 1315’an ya Heyvî de koça dawiyê kir, her çend ku tu kesî mirina wî nedîtiye, lê li gorî lêkolînên nivîskar û zanayê Kurd ê Bakurê Xorasanê, Kelîmulah Tewehudî, renge Ce’ferqulî di derdora sala 1315’an de koça dawiyê kiribe û wî çaxî 95 sal temenê wî bûye.

Helbesta 1



Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn

Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn

Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn

Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Herdem dewême amîn, ya Erheme_rahimîn



قالبی هستم در زمین و روی من به سمت آسمان

شب و روز دعا می‌کنم و ملائک آمین میگویند

دعایم را مستجاب کن، خداوند جهانیان

یا ملواری (مروارید/معشوق جعفرقلی) را به من برسان، یا جانم را بستان

هرلحظه می‌گویم آمین، یا ارحم‌الراحمین



Helbesta 2



Barilaha bi heqê Riza zaminê ahû

Şevek bêwe xewnê min, Milwariyê çavcadû

ew mîna wî seyadê, we min biwe rû bi rû

Hêsîr ke min we dû xwe, ew we kemend ê gîsû

Te'bîrê vê xewnê min, dereng meke bide zû



بارالها به‌حق رضا ضامن آهو،

شبی بیاید به خوابم ملواری چشم جادو

همانند آن صیاد، با من روبرو بشود،

من را به دنبال خود اسیر کند، آن کمند گیسو

تعبیر این خواب من را درنگ نکن، زود برآورده ساز



Bu haber 68 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

WÊJE / EDEBIYAT

Nûbihara Biçûkan û Perwerdehiya Ehmedê Xanî

Nûbihara Biçûkan û Perwerdehiya Ehmedê Xanî Ehmedê Xanî ev berhema xwe di sala 1094ê Hîcriyê de nivîsandiye, ev dîrok tekabûlî sala 1683ê Mîladiyê dike.

Li Şaxa Wanê;Semînera Edebiyatê;

Li Şaxa Wanê;Semînera Edebiyatê; Li Şaxa Wanê;Semînera Edebiyatê;
DEV JI MIN BIQERIN15 Ağustos 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi