Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

BÊ TE

BÊ TE

Tarih 12 Ekim 2017, 12:42 Editör Nasir KEMALOGLU

Vê helbesta xwe ji hemû kesên ku hezdikin û hezkirî re xelat dikim.

Bê Te

Şevekî tarî  de were

Destê xwe bide destê min

Dilê min di tarî û barîyê de ye, li vir

Bibe ronahîya dilê min

Bila zivistan be çile be !

Germahî  û hebûna te bes e !

Bila şev kûr û dûr bin.

Di xewnên şevan de jî,

Bi te re zeman çiqas xweş e !

Hîva min ! Tava min !

Roja min, rojbaşa min,

Tehm û tewaşa dilê min.

Roja çavên min bi te ket

Ez hatim dine !

Min ji xwe hezkir, ji te hezkir

Ez bûm hezkirîyê her tiştî !

Mirin bila tuneba li dine !

Lê belê berîya te mirin

Ji min re jîyan e,

Lê li pê te mirin dewran e !

Tu gul î, ez bilbil im.

Emrê gulê ji min re,

Emrê min ji te re.

Tu tunebî gelo kî ji min hez bike?

Kî dilê min germ bike?

Payîz e, şilî ye şilope ye,  dilê min kul e.

Mij e mijxale ye dinya min!

Bergale bûye, li ber evîna te dilê min.

Bêdeng, bêbang

Herdem ez te jibîr tînim.

Di dinyakî reşe tarî de

Were bibe tava dilê min,

Were bibe ronahîya çavê min.

Li çolekî bêav bêşilek

Laşekî  bêxwedîme û benda te me !

Li ber teyr û tûyan û li çol û yabanan

Were, were min veşêre !

Ez ji jiyana bê te kerixîme,

Min bi tune bûna xwe ne ceribîne !

Bê te ! Xik û xalî me

Tu bi tiştekî dilê min tije nabe

Ez çi bikim bê te nabe!

Tunebûna te li ser serê min

Wek destarek digere ! Dihêre!

Xunavek baranê dibare

Li evîna min û te

Şil û pilim, şerpeze me

Bê te me

Wek agirek zor vemirandî

Bin ve, bin ve dişewitim.

Wek avek bîrve kirî li ser agir

Dikelim, kel diçim

Ji te dûr im,

Ez li vir dil kul im, birîndarim.

Lê malxrabê !

De were! Bê te nabe!

 

Nasir KEMALOĞLU

Bu haber 29 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

HELBEST

Şimdi Seçim Zamanı!

Şimdi Seçim Zamanı! Şimdi seçim zamanı, sahneye çıkmış melekler!!!

Roja Mirinê(Helbest)

Roja Mirinê(Helbest) Hem li ser min kirin, tîjî ax Hem jî li ser serê min Digotin, ax û wax Tenê ji Wanî re ma Piçek ax, gelek wax....
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi