Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

Wexta Ku Tu Çû

Abdullah AKTAŞ

05 Mayıs 2016, 21:01

Abdullah AKTAŞ

Wexta ku tu çû;
Ez bê av mam, ez nîvco mam.
Wexta ku tu çû;
Ez sêwî mam, nîvco mam.
Wexta ku tu çû;
Tunebûna te wek xincerekê,
Kete nava jiyan û hebûna min.
Xwîn dibim!
Wexta ku ez navê te dibêjim,
Bêhna min diçike,
Hilma min têra tu peyvên din nake.
Ez disekinim, napeyivim.
Çavên min kelogirî dibin,
Û tu dilop dilop dibare ji çavên min.
Ez digirîm!
Wexta ku tu tê bîra min.
Ez xemgîn dibim.
Giran tê tunebûna te ji min re.
Ez hêvî dikim, tu bê.
Ez hevî dikim, tu me tenê nehêle.
Ey Resûlê Xwedê! Me tenê nehêle.

Bu haber 1093 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi