Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

Bircén Diyarbekiré

Diyadin DARGIN

09 Temmuz 2016, 16:59

Diyadin DARGIN

Birc û beden hatine pînekirin
Diyarbekir ji dîroka xwe birîndar e.
UNESCO xwedî lê derketiye çi ye
Dîrok di nav dest û piyan de ye.
Dor lê hatiye girtin
Bêhn lê hatiye çikandin
Ji aliyê dagirker kurên keran ve
Bêhna genî tê ji hala berê.
Ji hala berê ya li ber.
Hal ne tu hal e.
Li ser birc û bedenan
Nivîs û fîgurên şoreş û evînê
Zîrça dîk û mirîşkan li ser rê
Çarşiya şewitî
malên yek qatî
bi prîketan çêkirî
û bi rengê pembe boyaxkirî
Li ser xaniyan zerzewatên hişkkirî
Qûtê zivistanê
bacik, balîcan û firingî
Gava ji nêz ve lê dinihêrî
Dîrokê dibînî
Diramî û dibêjî
Gelo kê dane ser hev
Ewqas kevir
kevirên ewqas qerase
Kî lêkirine ev beden
Bedenên bedew û bilind û bi heybet

Bu haber 789 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit
DEV JI MIN BIQERIN15 Ağustos 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi