Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

Robîn Sharma û Zembilfiroş

Bavê Bedirxan

06 Mayıs 2017, 20:13

Bavê Bedirxan

Robîn Sharma û Zembilfiroş Zivistan, li Êlihê dema qehwe û çayxaneya ye. Xwendekar û mamoste, karmend û karker, zana û cahil pîr û xort bi tevahî xwe dibavêjin çayxane an jî qehweyan. Hin derdê xwe ji kevirên okey re parve dikin hin hêviyên xwe ji berikên damên re dirêj dikin. Dîsa berî 3-4 mehan ez û pismamê xwe çûn çayxaneya xwe ya ku em her tim diçine de. Pismamê min yekî xwende ye. Di ber teza xwe ya lîsansa bilind de xwe kuştiye. Nizanim çawa lê me dît ku em hatine mijara Robîn Sharmayî. Xwendewanên me dizanin ev mirov xwediyê pirtûka “Zanayê Ferrariya xwe Firotî”yê ye. Pismamê min weke evîndarekî ku qala evîna xwe dike qala Sharmayî dikir. Birastî ev 30 sal in min nedîtibû pismamê min bi wî teşeyî pesnê apê min daye. Ew di nava pirtûka Sharmayî de xerk bibû. “Çawa Zana, Ferrariya xwe firotiye, çawa dinyaya modern berdaye, çawa ofîsa xwe ya nizam çend qatî terk kiriye?” hwd. Birastî ji “Zanayê Ferrariyê bêhtir çaya min a cemidî bala min dikşand. Zanayê Ferrariyê ne ligel min bû lê çayger di rex min de çay digerand min çaya germ jê stand û bi nerihet vexwar. Pismamê min, min dît nasekine êdî min gotiye: ____ Rast e mêrik dev ji dinyaya beredayî berda! Lê ma tawana (sûnc) Zembilfiroş çi ye? Li min nêrî û bi devekî qerfî: ____ Zembilfiroş? Sebr nekir dîsa pirsî : ____ Robîn Sharma û Zembilfiroş çi dibêjin hev? Birastî mîna neçîrvanê li benda derbeya dawî a neçîra xwe min xwe avêt telefona xwe û jê re li ser “YouTube”ê strana Zembilfiroş vekir. Bi dengê Karabêtê Xaço gava guhdar kir haşt bû. Fehm kir ku ez çi dibêjim. Heta em ferî xwe nebin heqê me tune ye em cihanê bikin derdê xwe. Peywira me xwendeyan ew e ku dive em xwe nasbikin dû re cihanê mitalê bikin. Belê pirtûka “Zanayê Ferrariya xwe Firotî” pir xweş e. Zanayê Ferrariyê karê xwe, dinyaya xwe berda bû lê Zembilfiroş mîrtî berda bû. Li gor min di aliye wêjeyê de jî Zembilfiroş ji wê pirtûkê ne kêmtir e. Lê belê gava em li dora xwe dinêrin yên ku rahiştî pirtûka “Zanayê Ferrariya xwe Firotî” bi qedr û qîmet in. Yên ku Zembilfiroş guhdar dikin, dixwenin di nav civakê de xwe tenê û bêkes dibînin. Baweriya min ev e ku di vî gunehî de gunehên kurdîhêzan jî heye. Çima? Xwişkno! Birano! Belê Zembilfiroş bi her şiklî ji pirtûka Sharmayî hêztir e, dewlemendtir e lê me Robîn Sharmayekî xwe ne afirandiye. Êdî divê R.Sharmayên me qala êş û derdê me bikin. Yên ku kurdî dinivîsin rihê me ne, stêra asîmanên me ne, roniya çavên me ne lê divê tu kesî ji nişkê ve em nekin Tolstoy, Dostoyevskî, Marquez, Shakespeare, E.Xanî û hwd. Li gor pîvanan, li gor ziman, zanebûn û vêgotinê divê em tevbiger in. Êdî hingî dê ne ez dê li çayxaneyan qala Zembilfiroşan bikim ne hûnê bîranîn min bixwenin. Bi mîn in di nav deryaya kurdî de…

Bu haber 291 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi