Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

KULÎLK

Yasemîn TOGLUK

14 Mayıs 2017, 18:37

Yasemîn TOGLUK

Çiya û deşt bi te xweşik dibin.

Tu geh bax û bexçêyan  geh jî şaneşîna dixemlînî.

Çiqas renge te hene; sor kesk, şîn, purteqalî, binevşî …

Tev ji hev xweşiktir in.

Bêhna te zaf xweşik e kulîlk

Tu çiqas zirav û bedew î lê tu bi derbeke biçûk can didî.

Birastî tu dişibî   jiyanê. Jiyan jî weke te bedew û dem kurt e.

Tu her dem dîtina tavê, vexwarina ava axa xwe û bihîstina vizeviza mêşhingivan heq dikî .

Mirovên ku wek te li vê cîhanê mêvan in xwe wek xwediyê hemû sirûştê zen dikin. Dest tavêjin  şax û gulîyên te û te ji bihara te dûr dixin. Lêbelê ew kesên nezan, nizanin ku kuştina bihara te herwiha kuştina wan bi xwe ye jî.

Pergela vê cîhanê bi awayekî birêkûpek dimeşe. Hemû hêmanên sirûştê bi hevdî ve girêdayî ne. Yek ji wan erkên xwe neyînê cih yan jî ji karen xwe werê dûr xistin wê ev yek bibe sedema gelek tevlîheviyan.

Eger em bixwazin jiyaneke xweş û bi bereket derbas bikin divê em hewl bidin ku  zerara me negihê tu kesî û tu tiştan. Lewra em, ango; mirov, ajel û riwêk hemû di heman keştiyên de ne. Bi hêviya parastina vê keştiya xweş û xweşik.

 

 

 

Bu haber 341 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi