Wêje û Zimanê Kurdî / Kürt Dili ve Edebiyatı / Wêj
ANASAYFA HABER ARA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER SİTENE EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM

HABER ARA


Gelişmiş Arama

EN ÇOK OKUNANLAR

Çiyayê Evîna Helayî(Helbest)

War BOTAN

05 Ağustos 2017, 11:13

War BOTAN

Evîna me mîna kevireke yê çiyayeke asê

Li ber ba û bahozên demsala

Qesaya çilê zivistanan û kelegerma havînan, hûrhûr heliya

Her qetek kete ber pêlên robarên dem, teriqî û çûne cihên cuda...


Carinan qetek bû kevirê destê sivanekê ye ber keriyê pez de tê avêtin

Gelek caran bû kuçekê li çûlê pistî destavekê yê qonpaqijkirinê

Kêmî caran li bajareke bû kevirê destê çalekvanekê

Li bajêr hêran kirin xerca apartmanekê

Û piraniya wan li ber pêlan ket

Mihilîn û li qiraxa çem an jî zeryayekê di nav qomê de wenda bû

Yane Kilîlkê xusaret bû ew çiyayê bilind

Warê Gulxwîn û soryaza latan,

 

Cihê xwendina kewên gozel, Bilbilên tehtan, pezkoviyan...

Niha bûye riya keftar û guran,

Bûye seyrangeha qewadên dayikên xwe li wir difirosin

Ew çiyayê pak û destmêja wî ji her qirêjiya biçûk diskest îro ketiye nava cinabetiyeke bêdawî,

Ne dem ew deme, ne jî cih ew cih e...

Mixabina wî çiyayê pîroz...

War BOTAN
 09/07/2017/Ezerûm

Bu haber 183 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit
QERTAFÊN ( XURDEYÊN ) TEWANDİNÊ ( 3 )15 Eylül 2017

GALERİ

HAVA DURUMU

Detaylı bilgi için resmin üzerine tıklayın.

Tüm Hakları Saklıdır...
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu

Altyapı: MyDesign Haber Sistemi