Xalê Ehmed

84

Xalê Ehmed, kalê ezîz, temen bûye Nehwêd, kopala destê wî cixareya li nav lêva wî, xêzên li ser eniya wî, lê xeberxweşiya wî mirovî kêfxweş dike.

Di Civateke De Hinek Gotinên Xalê Ehmed

“Xeberê xweş, hûn dixwazin Ehmedê nexweş”

 “Eyşê rûreşê ji guhên te werin tipikên reş û heşê. Te Ehmedê Rewşê derxist vê hewşê.”

“Gelek hene xeber, vê gavê nayên der.”

“Cixare ez dikêşim, belê hinek pê diêşin, gelo bo çi ez dikêşim”

“Xwedê ji te razî be Înşallah,

Yên te bibîne, bêje Maşallah.”

“Dibêjin Ehmed kişt e

Ne ling e ne jî pişt e

Ehmed ne çi tişt e.”

“Yê ku gotî helîse, nesekine, binivîse.”

 “Pîvaz û sîr lazime bide zelamê pîr, pîr dê bibe wekî tîr”

“Eve kitêb e, xwendina wî sewab e, sipehî dide cewab e.”

     10.07.2013

Necmettin KEVE