Dilê min ê perîşan, îro dîsa seher avêt,
Roj derket li ser Çiyayê Reş
Zarok dîsa derketin li ser rêyan
Dîsa ez temaşeyê te dikim Çiyayê Reş!
Çiyayê Reş! Tu jî şibî min tenê serê xwe yî?
Di dilê te de jî kesera yarê heye ma?
Serê te jî wekî min ewrî dibe ji xeman?
Çiyayê Reş! Rengê payîzê li rûye te xuya dibe, çima?
Ma tu jî ji yara xwe dûr ketiyî?
Îro dîsa te dinêrim ji pencereya xwe
Bayek ji te tê Çiyayê Reş, belgên spîndaran ên zer diweşîne
Payîzek dî jî hat Çîyayê Reş, lê em dîsa tenê ne
Kêf xweşî û şadî nebû parê min û te
Ma serfirazî û dilşadî nîne heqê me?
Wa Çiyayê Reş!
Îro ez şibî bajarê Wanê xwe diavêjim ber hembêza te
Wekî dayîkekê, min hembêz bike
Dilê min diêşe Çiyayê Reş, min bihewîne
Çavê min ê girî bi bayên xwe ziwa bike
Çiyayê Reş! Pirs çiyayan bike,
Kanê yar? Li ku ye?
Niha yar, dinêre kîjan hevalê te?
Ji yara min xeberekê xweş bîne
Ku agirê di dilê min de disoje bila vemire
Ku min pencereya xwe vekir, Çiyayê Reş!
Bêhna bayê tenêmayînê ji te hat
Xemgîntir bûm, Dizanim îro dîsa dê çav li rê bimîne
Çiyayê Reş!
Rojek dî jî derbas bû,
Carek dî roj çû ava,
Zarok, vegerîn mala xwe
Evîndar gihîştine hev, lê îro jî yar nehat
Bûm carek dî bê hêvî
Çiyayê Reş, qedera min û te ye tenêtî?
Derketim ser rê li şevê.
Gavên piçûk avêtin bi tenê.
Nizanim bêçare biçim li ku derê?
Çiyayê Reş, ez bêm li alî te?
Dê derdê min guhdarî bikî?
Dê hêsrên çavê min rawestînî?
Dê bêje lo! Dê bêje Çiyayê Reş!
Dê bibî hevalrêya xem û kedera min?
Ma qey tu min dixapînî, Çiyayê Reş?
Ma tenêtiya te derew bû gelo?
Qey tu di nav êş û azarê de nîn î wek min?
Dilê te şibî min ji ber agirê dûrketinê naqele ma?
An jî… an jî, Çiyayê Reş! Tu ji ber derdê yarê nexweş ket û mirî?
Ji ber vê çendê ye, bayên sar ji te tê?
Eger dumahiya min şibî te mirin be Çiyayê Reş
Bila min di qûntara te de veşêrin
Çiyayê Reş, wekî bextê min ê reş!
Dixwazim di bin axa te de razêm
Ca ku heta bi hetayê çîroka jana eşqa te guhdarî bikim
Necmettîn KEVE
Wan – Sermawez 2017