“Ku newal vala be ji şêr û pilingan
Rûvî dibe mezinê gund û civakan”
“Ger te nav û dengê bilind bivê, xwarina te her bê ber mêvanan
Ger te dengê bilind divê kerî berde mêrg û çîmenan”
“Kerê barkêş, çêtir e ji kerê serkêş”
“Dijminê eqilmend çêtir e ji dostê ehmeq
Dijminê ehmeq betertir e ji şeytanê cazû”
“Tu ji xwe re koçkekê çêke.
Eger tu nikarî, kolîka xwe ji destê xwe neke.”
“Eger eqil heye bikire, eger tune ye nefiroşe.”
“Xefîgotin, malê xelqê ye,
Yê te negotî pertalê te ye.”
“Xebera ku derkeve ji navbeyna sih û du didanan, dê belav bibe her kom û dîwanan.”
“Çi tiştê ku hate ser zimanê te, ew dibe malê xelqê, êdî nikarî ji wan bistînî.”
“Jina emekdar jin e, Ya dev cirt û ziman dirêj dijmin e.”
“Bila bira be, bila ne vir be”
“Roj heye ku hay ji te heye.”
“Xweyiyê xiraban dil xapandî ye, Xweyiyê qencan xem revandî ye.”
“Şîreta dostê eqilmend şîrîntir e ji hingivînê ger çi dilê te jî biêşîne.”
“Mêran biceribîne şixulê giran, Jinan bi ceribîne bi gotinê xefiyan.”
“Xezîna emekdaran li malan e. E’mbara betalan li newalan e.”
“Lokma xweş bide dostan, zimanê xweş bide dijminan ku zewala te çênebe.”
“Jin bavê, kafir bavê, em birsî ne li ber dolabê.”
“Sînî (Navê gundekî) sêke, Xwedê Rebbî tu çêke, çayê têke bi aliyê min virêke.”
“Baxê tiralî siha beran e, çola xebatkaran baxê tirîyan e.”
“Ji kevir hişktir paresûyê jinan e, di gel wê qasê jî, xwe belengaz dizane.”
“Kurê kerî (hêstir) ji bavê xwe maqûltir e, çiko barê giran hildigire.”
“Kaxizê pîyangoyê, yek tifaqî ye, du neheqî ye, sê ehmeqî ye.”
“Çiyayê bilind, berq (birûsk) jê xelas nabe.”
“Eger malê te zehf be, nebe kefîlê ne ber xwe ketiyan,
Eger eqlê te zehf be nebe hevalê nezanan.”
“Hifza xwe ji dostê ehmeq pirtir, ji dijminê zana bike, Lewre; eqil her fekiyê dide.”
“Eger te bivê xefiyan, eşkere bike bêje dijminan,
Eger te bivê derewan, pêve zêde bike bêje jinan.”
“Kî jinan bibe sûkê deyndar (qerdar) e,
Yê zaroyan bibe tengezar (bendewar) e,
Yê bawer neke berdîwar e.”
“Ehmeq ne ew e ku şixulê nizanî bike,
Belkî ew e ku xeberê nezanan dike.”
Dayek dibêje kurê xwe:
“Hêj bê jino tu kurê mino
Tu ku bi jino ne kurê mino”
Axayek hebû, kengî îşek wî ketiba li ba xizmetkarê wî, tevsîkek savar da xwarin pê de û virêkire îşê xwe.
Rojekê axa ku savar danand ber xizmetkarê xwe, Xizmetkarê wî got:
“Ne dixwim vê savarê ne jî diçim hewarê.”
2013 – Wan
Necmettin KEVE