Gotinên Pêşiyan – 2

324

“Xîma xaniyê xwe li ser cemedê çêdike.”

“Yê nebe dewlet nabe dewlemend.”

“Mafê kesekî fedayê kesekî din, mafê milletekî  fedayê miletekî din nayê kirin.”

“Bûka me gelek rind bû baran lêda şil bû.”

“Psîk li ma nîn e, lot lota mişkan e.”

“Min nabin yên min neke min, Min nevên yên nevên min.”

“Gotine kerî, cehşikek te çêbûye, Kerî gotiye, eh kambax be hey barê me pişta meye.”

“Pir dibêje belê qet napêje.”

“Sih neke li ser serê min, ji vê dîtir ji te qencî naxwazim.”

“Heta dest nebe gû, lêv nabe to.”

“Ne tê gotinê ne tê sotinê.”

“Heta nebe qal nabe mal.”

Necmettîn KEVE

2013 – Wan