Helbesta Temen Sih û Pênc
Temen sih û pênc! Nîva rê dike.
Wekî navikê di nava ‘umrê de ne.
Cewhera çaxa ciwantiyê,
Îro bergerîn, lavakirin, bereda ye,
Nanêre ronikê çavê te û diçe.
Ma qey berf barî ye cênikên min, çi?
Ya min e Ey Xweda ev rûyê xetxet
Be ew şînatiya dora çavan
Ji bo çi wiha dijmin hûn xuya dibin;
‘Eynikên ku bi salan min dost dizanî?
Bi deman re çawa guhere mirov!
Ku dinêrim kîşk resmên xwe, ez nîn im:
Kanê ew roj, ew hewes, ew kelecan?
Ev zilamê rûken ez nîn im
Derew e bêxembûna min derew.
Ji tiştên xeyal meyal eşqa me ya pêşîn;
Ku serboriya wê jî biyanî tê min.
Ku jiyana me bi hevre destpêkirî
Bi dostan re jî rê veqetiya lib lib;
Her diçe zêde dibe tenêtiya me
Rengê dî jî hebûye ya asîmanê!
Min dereng fêm kir hişkbûna kevirî.
Av mirovî xeniqîne, agir dişewitîne!
Ku mirov tê vê temenê jê fêm dike,
Ew her roja hiltê ku dibe wek derd.
Bihê zer, hinarê sor payîz e!
Her sal hindek dî jî dihebînim.
Çi difin û dizivirin çûk li hewa?
Ji ku derket ev cenaze? Yê dimire kî ye?
Eve çendan baxçe ne, min dît tarûmar.
Çibikin mirin li serî herkesî
Dê bibe tu razayî hişyarnebûyî
Kî dizane li ku derê, çawa, di çend salîyê de
Bi nivêjekê dê selteneta te çêbibe,
Wekî textûpa li ser ew kevira muselleyê
Helbestvan: Cahîd Sitqî Tarancî (1910-1956)
Helbest: Otuz Beş Yaş Şîîrî (Helbesta Temen Sih û Pênc)
Wergêr: Necmettîn KEVE
Dîroka Wergerê: 02.09.2019
Rojbûna Min: 02.09.1985
Cih: Rêya Armûşê/ Wan
Nîşe: Ku îro min ev helbest wergerande zimanê Kurdî îroke ‘umrê min bû sih û pênc.
Cahit Sıtkı Tarancı (1910-1956)
Otuz Beş Yaş Şiiri
Yaş otuz beş! Yolun yarısı eder.
Dante gibi ortasındayız ömrün.
Delikanlı çağımızdaki cevher,
Yalvarmak, yakarmak nafile bugün,
Gözünün yaşına bakmadan gider.
Şakaklarıma kar mı yağdı ne?
Benim mi Allahım bu çizgili yüz?
Ya gözler altındaki mor halkalar?
Neden böyle düşman görünüyorsunuz;
Yıllar yılı dost bildiğim aynalar?
Zamanla nasıl değişiyor insan!
Hangi resmime baksam ben değilim:
Nerde o günler, o şevk, o heyecan?
Bu güler yüzlü adam ben değilim
Yalandır kaygısız olduğum yalan.
Hayal meyal şeylerden ilk aşkımız;
Hatırası bile yabancı gelir.
Hayata beraber başladığımız
Dostlarla da yollar ayrıldı bir bir;
Gittikçe artıyor yalnızlığımız
Gökyüzünün başka rengi de varmış!
Geç farkettim taşın sert olduğunu.
Su insanı boğar, ateş yakarmış!
Her doğan günün bir dert olduğunu,
İnsan bu yaşa gelince anlarmış.
Ayva sarı nar kırmızı sonbahar!
Her yıl biraz daha benimsediğim.
Ne dönüp duruyor havada kuşlar?
Nerden çıktı bu cenaze? Ölen kim?
Bu kaçıncı bahçe gördüm tarumar.
N’eylesin ölüm herkesin başında.
Uyudun uyanamadın olacak
Kim bilir nerde, nasıl, kaç yaşında?
Bir namazlık saltanatın olacak.
Taht misali o musalla taşında.