tblHaberler
haber
 

 

Du Eşirên Kurd(Dawiya Birakujiyê)



Li herêma Botanê demekê, di navbera du eşîran(Eşîra Ehmed Axa û Eşîra Derwêş Axa) de dijminahîyek rû dabû, sedema vê dijminahiyê jî, kurê Ehmed Axa, kurê Derwêş Axa kuştî bû.

 

Ehmed Axa jî xwest ku vê dijminahiyê dirêj neke û dawiya vê dijminahiyê bîne, çûnkî di navbera du eşîrên Kurd de, dirêjbûna neyartîyê, tiştek ne rast bû, wî jî xwest vê pirsgirêka di navbere wan û eşîra din de zêdetir dirêj neke û zêdetir birakujî çênebe, ber vê çendê rojekê eşîra xwe ber hev dike û ji wan re dibêje;

 

-Gelê camêran; rojekê em ê biçin, serdana Derwêş Axa û eşîra wî, ez ê wê rojê jî destê kurê xwe girê bidim û kefen, tabut û hwd. yanî tiştên ku ji bo defnkirinê çi hewce be ez ê wî re bibim.

 

Vê daxwaza xwe bi rihsîpîyên eşîra xwe dibêje û li ser vê mijarê niqaş dikin û biryar didin, paşê jî Ehmed Axa rojekê eynî wisa dike û bi rihsipîyên eşîra xwe diçe serdana Derwêş axa û eşîra wî.

 

Eşîr hildide û diçe, dema ku nêzîkî herema Derwîş axa dibe, ji dûr ve tê dîtin, eşîra Derwîş Axa berê xwe dide girseyek tê dibêjin; “gelo ev kî ne, ev kes nîyeta wan çi ye, çi niyetê ve tên? Gelo ev kes şervan in, an mêhvan in?”

 

Dema ku şande nêzîk dibe, tê xuya kirin ku, ev kes şervan nîn in, rûsîpîyên eşîrekê ne.

 

Wextê ku digihîjin gundê Derwêş Axa, axa ya cavê xwe bawer nake, dibîne ku kurê Ehmed Axa destê wî girêdayî û li ser hespekê anîne.

 

Ehmed Axa dibêje; Derwêş Axa, ne lazime em berê eşîrên xwe bidin hev du, em insanê bê xalî xerez bidin kuştin û birakujiyê li navbera xwe zêde bikin. Kurê min kurê te kuştîye, ev ji te re kurê min, destê wî girêdayiye, min libês û tedbîra definkirina wî jî amade kiriye, min ji bo te aniye, ev e kurê min, cihê kurê te, eger tu bixwazî kerem bike bikuje.

 

Derwêş Axa, kurê Ehmed Axa nakuje, dîl digire. Paşê jî rabû kurê Ehmed Axa bi xef ragihand du xulemê xwe û ji wan re got; “Vî xortî bibin û bi xefî wî xwedî derbikevin, lê belê bila kes vê meselê nazane.”

 

Ehmed Axa piştê vedigere herema xwe, çend roj di ser de derbas dibe pir xemgîn dibe, dilê wî rihet nabe, bi rihsîpîyên xwe û cemaata xwe berhev dike û ji wan re dibêje;

 

-Gelê eşîra giran, min kurê xwe radestê Derwêş Axa kir, dibe ku Derwêş Axa niha kurê min kuştibe, lê Derwêj Axa dizane gora kurê wî li ku derê ye caran diçe serdan gora kurê xwe, lêbelê ez nizanim gora kurê min ku derê ye, ber vê çendê ez pir xemgîn û pir perîşan im…

 

Piştê vî gotinê qet naaxive. Rihsîpiyên eşîra wî dinav xwe de şêwir dikin û paşê jî ji Derwîş axa re cabekê dişînin. Dibêjin Ehmed Axa pir xemgîn bûye û dibêje ez “gora kurê xwe jî nizanim”.

 

Derwêş Axa radibe, kurê Ehmed Axa wek zavayekê kincan lê dike, keça xwe ya bedew jî wek bûkekê xemilîne û gazî hemû rûspiyên eşîra xwe dike û dibêje;

 

-Rabin em ê herin serdana Ehmed Axa,

 

Rabûn çûne warê Ehmed Axa, Ehmed Axa, berê xwe dide aliyê deştê şandeke qalabalix ji wan re tê, dibêjin “gelo ev kî ne? Dema nêzîk bûn diyar bû ku ev heyeteke şahyanê ye, çûnkî deng çeng û çanan tê guhê wan. Ehmed Axa gelek matmayî dibe, berê xwe dide girseyê, dibîne ku ev eşîra Derwêş Axa ye. Baş mêze dike, kurê wî wek zavayekî kinc lê kirî û keçek wek bûkekê xemilandî jî li ser hespekê tên. Ehmed Axa birûspîyên xwe ve ber bi wan ve bi kelecanî çûn…

 

Ehmet Axa girseya qalabalix anî xanedana xwe, xarin û vexwarinek spehî, bêhempa ji wan re amade kir û bi hev re xwarin.

 

Derwêş Axa rabû, destûr xwest û got;

 

Belê Ehmed Axa, te digot, ez gora kurê xwe nizanim. Kerem bike, ev ji te re kurê te, ev jî keça min ji te re bûk.

 

Muqabilê vê bûyerê Ehmed Axa got;

 

-Xwedê êdî ji bo me eşîrên Kurd, birakujî heram e.



Paşê jî her du eşîran ji bo dawiya birakujiyê bi hev re sond xwarin…



Bedreddînê WANî…



Çavkanî/Vegotin: Mele Ehmedê Kumêrî, bi gotina wî, ev bûyer çîrok nîn e, bûyereke rast e, sal bi sal, dem bi dem hatiye vegotin heta niha…